Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Dadgeha Bilind navê HEDEPê qebûl nekir.
Partiya Çepên Kesk biryar dabû ku navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).
Dadgeha Bilind, sebeba neqebûlkirina navê HEDEPê "HEDEP, HADEPê bi bîr tîne" nîşan daye û ji ber vê yekê qebûl nekirîye.
Dadgeha Bilind biryara xwe bo HEDEPê şand û jê xwestîye ku kurtkirina navê xwe biguherînin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan an dê kurteya navê xwe biguhere an jî dê li dijî wê biryarê derkeve û li ser navê xwe dewam bike.
Partîya berbehs ku wekî sebebê tevlîhevîyê hatîye nîşandan, Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) sala 1991ê hatibû girtin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...