Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Weşanên Nûbiharê sê kitêbên zarokan çap kirin û belav kirin.
Gundê Xweş û Gundê Nexweş, Ofof û Prensesa Xwedivê ji alîyê Şükran Çaçanê ve hatine nivîsîn û ji weşanên Nûbiharê çap bûne.
Ev kitêbên zarokan yên biwêne ji bo zarokên 4-8 salî ne.
Nivîsara her sê Çîrokan
Nivîskar, xêzkar û berhevkara wan Şukran Çaçan, bi van çîrokan xwestiye çend ders û nirxên bingehîn ên perwerdehiyê derxe pêş. Bi vê mebestê di çîroka Ofof de hezkirin, dilsozî, fedekarî û sedaqet hatiye vegotin.
Di çîroka Prensesa Xwedivî de zirara şûmîtî û xwedbîniyê hatiye ziman. Di çîroka Gundê Xweş û Gundê Nexweş de jî li ser tiralî û xîretê, li ser qirêjî û paqijiyê, li ser pevçûn û lihevkirinê, du gund û gundî hatine qîyaskirin û rêya rast hatiye nîşandan.
Ev çîrokên ku xitabî zarokên 4-8 salî dikin, bi xêzên xwe yên xweşik û Kurdiya xwe ya sivik balê dikêşin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...