Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku dê DEM Partî li ber hemî şaredarîyan dest bi çalakîya nobetê bike.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê ragihandibû ku wan qeyûm tayîn kirîye bo şaredarîya Colemêrgê.
Di daxuyanîyê da hatîye destnîşankirin ku Hevserokê Şaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji karê xwe hatîye dûrxistin û walîyê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatîye tayînkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kêşa ser Hilbijartinên 31ê Adarê û got ev yek ji encamên herî giring yên hilbijartinên 31ê Adarê ne û desthilatê xwest heyfa hilbijartinan bi qeyûman derxe.
Koçyîgîtê got divê her kesek dengê xwe derxe.
Li gorî nûçeya Rûdawê Koçyîgîtê bal kêşaye ser van xalan “Divê raya giştî ya demokratîk bi awayê herî xurt berteka xwe nîşan bide.
Divê her kesê ku dilê wî bi demokrasîyê re ye li hemberî vê bêhiqûqîya qeyûm dengê xwe derxe û nîşan bide ku li kêleka gelê Colemergê ye.
Ku em li Colemêrgê destûrê bidin wan em nizanin dê dawîya vî karî heta bi kû derê here.
Em bangî hemû hêzên demokrasîyê dikin ku li hemberî vê bêhiqûqîyê derkevin û pişta gelê Colemêrgê bigirin.”
Bo agahîyên berfirehtir bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...