Tu nedî min destebivir ha ez ha ev kevir! - Katibê Şêx Seîd

Tu nedî min destebivir ha ez ha ev kevir! - Katibê Şêx Seîd
Fehmî Bîlal, çavkanî Kovara Bîrê/Şakir Epozdemîr, restorasyon: Gemini

Katibê Şêx Seîd efendî yek ji alim û zanayên dewra xwe bû. Wî di bîranînên xwe de behsa çîrokekê kiriye.

Li gor çîrokê komek bivir hatine ber-avekê û haziriya xwe dikin daran bibirin. Dar jî dibêjin me ti zerer nedaye ti kesê em li ser koka xwe ne. Ka bila rihspîyê me biçe ji biviran re bibêje bila me nebirin.

Bivir bersiva li jêr dide daran:

Ez qewetê ji te digrim

Serê te bi destê dibirim

Tu nedî min destê bivir

Ha ez û ha ev kevir

Ev mesela kurdan e

Derdê serê derdan e

Hindek heramzade ne

Nankorê ewladan e

Ji bîgane ra dibin destgîr û piştgîr

Kurdan dixin binê nîr


Fehmiyê Bîlal kî ye?

Fehmiyê Bîlal (jdb. 1887 li Licêyê - m. 1967 li Amed) şoreşvanekî bû ku di serhildana Şêx Seîd de wekî sekreter cihgirtiye. Nivîskar, siyasetmedar û têkoşerekî navdar ê Kurd e. Bi navê Fehmiyê Licî jî tê naskirin. Hêj di temenciwaniya xwe de helbestan dinivîsîne û tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.

Piştî têkçûna serhildanê derbazî binxetê dibe. Di avakirina Xoybûnê de roleke mezin dileyîze. Ji ber ku fransî dizanibû, têkiliya tevgerên Kurd bi Ewropa re hêsantir dikir. Berhemên LaFontaine werdigerand û bi xwe jî helbest dinivîsand. Mixabin pirraniya wan kete destê dewleta Tirk û hatin tunekirin. Herwekî arşîva Şêx Seîd jî.

Li ser derxistina efûyê ya dûgela Tirk û ji ber hinde nakokiyên di navbera damezrênerên Xoybûnê, biryar digire û vedigere Bakurê Kurdistanê. Dûgela Tirk li ser soza xwe nasekine û wî digirin. Wî sirgûnê bajarê Ispartayê dikin. Li wir tendurustiya wî bi giran dijwar dibe û dewleta Tirk cezayê wî sist dike, vedigere Bakurê Kurdistanê. Li DarahênêXinûs û Amedê di nava xizaniyê de dijî û jiyana xwe ji destdide.

Wikipedia Kurmancî

**Helbest ji Kovara Bîrê hatiye standin, Hejmar 7 Rûper 217

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.