Di nav karîkatûrên elîtên Swêdê de paşayek kurd heye: Şerîf Paşa (1900)
Agahiya ku qala Şerîf Paşa ligel 15 nas û hevalên wî yên swêdî dike di kataloga pêşangeheke bîranîna hunermend û
Polîsan vê sibê bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îdirê de girt.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hêzên taybet yên polîsan tevahiya kolan û cadeyên derdikevin avahiya partiyê girtin.
Sedema serdegirtinê diyar nîne û lêgerîna li avahiya partiyê didome.
Derbarê serdegirtinê de Navenda Giştî ya DEM Partiyê ragihand ku hevserokên bajar hatine desteserkirin.
Daxuyaniya DEM Partiyê weha ye:
"Avahiya me ya Îdirê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û di nav de Hevserokê me yê Bajêr jî hene, desteserkirin pêk hatiye. Polîs û daraz bûne darê destê desthilatê û bi her pêngavê re mafê siyaseta demokratîk asteng dikin û vê didomîne.”
"Ev hewldan vala ne. Hûn ê nikaribin bi hedefgirtin, desteserkirin û girtinan yek endamekî me jî bixin çogan."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...