B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Rojeva sîyasî ya Tirkîyê bi nêzîkbûna hilbijartinan re germ dibe û şirketên lêkolînan li dû hev encamên anketan eşkere dikin.
Ji şirketên rapirsînan herî dawî Şirketa Lekolînên Civakî û Sîyasî (Saros) encamên anketekê weşandin.
Sarosê da zanîn ku wê anket di meha Mijdarê de ser berbijarîya bo serokomarîyê çêkiriye û 11 hezar û 22 kesî pirsên anketê bersîvandine.
Di anketê de li hember Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, rêberên muxalefetê yên wek Kemal Kiliçdaroglu, Mansur Yavaş, Meral Akşener, Selahattîn Demîrtaş, Alî Babacan yek bi yek hatine pirsîn.
Li gor anketên Sarosê ji rêberên muxalefetê bi tenê Mansur Yavaş û Kiliçdaroglu dikarin Erdogan derbaz bikin.
Anket dide zanîn ku Yavaş li hember Erdogan %50,9 distîne û rêjeya Kiliçdaroglu jî %50,5 e.
Bi ya anketê gava Erdogan û Demîrtaş li hember hev bin, Erdogan %60,2ê dengan distîne û Demîrtaş jî li rêjeya %37,9 dimîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...