B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser biryara dadgehê ya ji bo kujerê Kemal Kurkut da got;
Makamên darazê careke din nîşanê me da ku dema ozne Kurd be ew ne “hakimên ji rêzê" ne.
Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê di Newroza 2017an de li Amedê hatibû kuştin.
Di doza kuştina Kûrkûtî de Polîsê ku bi tohmeta “bi qestî kuştiye” dihat dadkirin, beraet kiribû.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salî xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê 2017an de ji bo tevlî Newroza Amedê bibe hatibû bajar û li nêzîkî Parka Newrozê di xala kontrolê ya polîsanan de rastî gulebarana polîsan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” ji ber wê polisan çek bikaraniye.
Lê weneyên Rojanameger Abdurahman Gok girtibû van gotinan berovajî kiribû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...