Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Serokê Hemasê Îsmaîl Heniyye li Tehrana Îranê hat kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye, li Tehranê li mala ku lê dima bi êrişeka çekdarî hatiye kuştin. Hat ragihandin ku di êrişê de parêzvaneka Heniyye jî jiyana xwe ji dest daye.
Tevgera Hamasê jî piştrast kir ku Îsmaîl Heniyye vê sibehê li paytexta Îranê Tehranê di êrişeka çekdarî de jiyana xwe ji dest daye.
Hamasê ragihand ku Îsraîl Heniyye hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Arteşa Îsraîle derbarê erişa ku li Tehrana paytexta Îrane li Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye hatîye kirin nexwest şîrove bike.
Li ser pirsa “Hûn piştrast dikin ku Heniye di êrişa li Tehranê de canê xwe ji dest daye?" Berdevkê Artêşa Îsraîlê got, “Em di vê mijarê de şîrove nakin."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...