Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Cotmehê eşkere kiriye
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Cotmehê dîyar kir.
Di bernameya Wêjegeh Amedê da, bi temamî 5 gotubêj cih digirin.
Gotubêja ewil ya Murathan Mungan e ku dê 8ê Cotmehê li gel hezkirîyên xwe be û kitêbên xwe îmze bike.
Murathan Mungan ji bo îmzekirina kitêba xwe ya nû, piştî wextekî dirêj dê li Amedê ji bo xwîneran kitêbên xwe îmze bike. Kitêba wî ya nû 995 Km dê 6ê Cotmehê ji weşanxaneya Metisê çap bibe.
Ronay Bakan dê 11yê Cotmehê li ser mijara Ji Cemaetên Xeyalî Berev Mekanên Xeyalî: Netewe Dewlet, Mîras û Îxtîlaf (Hayali Cemaaetlerden Hayali Mekanlara: Ulus Devlet, Miras ve İhtilaf) gotubêjekê bike.
Abdullah Aren Çelik dê ligel Mehmet Mahsum Oral li ser pirtûka wî ya bi navê Ev Düşkünü Bazı Rüzgarlar (Hin Bayên Malhebîn) gotûbêjekê bike. Gotubêj dê 15yê Cotmehê piştî nîvro saet 3yan li Wêjegeh Amedê bê kirin.
Cemed Loma dê 28ê Cotmehê li Wêjegeh Amedê piştî nîvro saet 3yan li ser kitêba xwe ya bi navê Darbuka Solo, xebatên xwe yên akademîk, cîhana xwe ya edebî û helbesta xwe gotûbêjekê bike.
Bawer Rûken dê 29ê Cotmehê li Wêjegeh Amedê piştî nîvro saet 3yan li ser kitêba xwe ya bi navê Keleha Dûr gotubejekê bike.
