Weşanên Nûbiharê 'Xosrew û Şîrîn' çap kir

Share
Weşanên Nûbiharê 'Xosrew û Şîrîn' çap kir
NIVISKAR-SABLON-26-1

Weşanên Nûbiharê  Xosrew û Şîrîn çap kir û belav kir.

Berhema Nizamiyê Genceyî ya bi navê Xosrew û Şîrîn ji alîyê Perwîz Cihanî ve hatîye wergêran û bo çapê hatîye amadekirin.

Ev berhem ji bo gelek zimanan hatîye wergêran. Gelek kes, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser vê berhemê xebitîne.

Nivîsara berhemê

Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayîka xwe wek Kurd dide nasandin.
Nizamî, zanayê bi felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhilata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştîne çarhawêlê cîhanê. Di edebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî yekemîn kes nîne; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negehîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî... xwastine wek wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negehîştiye toza şînbozê wî. Ji nava 5 pirtûkên Nizamî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergêran û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Gelek kesan, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser van her du berhemana xebitîne. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine.

Perwîz Cîhanî kî ye?

Perwîz Cîhanî di sala 1955an de li gundê Belesora Jêrîn -navça Elendê- ku bi ser bajarê Kela Xoyê ye hatiye dinyayê. Li bajarên Xoy, Selmas û Ûrmiyê çûye xwendegehê. Di şaxê edebiyat û zimanê Farisî de lîsans wergirtiye. Şeş salan li zadigeha xwe mamostetiya dibistana seretayî kiriye. Li bajarên Xoy û Makûyê di sazûmana koçeran de wek karmend û lêkolînerê li ser jiyan û toreya koçeran xebitiye. Dûvre li radyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmiyê wek bêjer û nivîskarê du bernameyên toreyî xebitiye. Sala 1984an piştî ku Hêmin Mukriyanî çûye Ûrmiyê, bi tevlîbûna çend nivîskarên din jî kovara ferhengî edebî ya Sirwe damezrandine. Ji sala 1984an ta sala 1995an di wê kovarê de wek nivîskar û berpirsê pişka Kurmancî xebitiye. Di sala 1995an de ji Kurdistanê derketiye û ji hinga ve wek penaber li Swîsreyê dijî. Di sala 1977an de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye û heya niha gelek berhem û wergerên wî hatine weşandin.

Read more