Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Weşanên Darayê berhema Çiyayê Girtî ya Îlhan Samî Çomak çap kir.
Çiyayê Girtî dîwaneka helbestan e ku Selîm Temo helbest ji defterên Îlhan Samîyî berhev kirine û edîtorîya kitêbê kirîye.
Helbestkar di kitêba xwe da 16 helbestên xwe pêşkêşî xwîneran dike. Kitêb ji du beşan (“Dorpêç” û “Bo te”) û 72 rûpelan pêk tê ku bergê wê ji alîyê Nazli Ongan ve hatîye çêkirin.
Ew di zîndanê da li ser kurdîya nivîskî xebitîye û wî helbestên xwe nivîsîne.
Îlhan Samî Çomak 8ê Adara 1978an li Kanîreşa Çewlîgê ji dayik bûye. Çomakî li Zanîngeha Stenbolê beşa Coxrafyayê qedandîye. Ew 1994an hatiye desteserkirin û girtin ku ev 29 sal in ew girtî ye. Wî bi tirkî û kurdî helbest nivîsîne. Çomakî çendîn kitêb nivîsîne û ew hêjayî wergirtina çend xelatan hatiye dîtin.
Beşek ji dîwana Îlhan Samî Çomak:
Min cureyek nû kifş kir, çarşem
Dengê çeman wenda bûye
Di xeyîdina keçxamayan de
Xwîna bêjeyên nûzayî ziwa bûye
Li ser lêva min
Pençe û qîlên valahîyê razên min perçe dikin
Qîrîna min olana çîyan li hevalan dixe
Ez ê dengê bilûra xwe bidim devê bilbilan
Û di qelşên latên enîya xwe de
Sosinan avdim

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...