B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Tekane rojnameya heftane ya kurdî du salên xwe yên weşanê temam kirin. Bikarhênerên medyaya civakî û nivîskar û rojnamegeran du salîya rojnameyê pîroz kirin. Di medyaya civakî de haştagên bi sernavên "XwebûnDuSalîye" û "XwebûnXweNasîne" hatin vekirin.
Rojnameya Kurdî ya heftane Xwebûn, ji aliyê rojnamevanên Kurd ve ji bo balê bikşîne ser zimanê Kurdî yê di nava asîmîlasyonê de ye û ji bo belavkirina zimanê Kurdî hatiye avakirin. Rojnamegerên Kurd li ser platforma Twitterê bi hashtagên “#XwebunDuSalîye” û “#XwebûnXweNasîne” kampanyaya piştgirîya Xwebûnê dane destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyaya ku rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn de parvekirinên wek “Xwebûn ziman û çand e”, “Xwebûn zimanê dayîkê ye, parastina zimanê dayîkê ye”, “Xwebûn parastina nasnameyê ye”, “Zimanê me ye. hebûna me ye. Werin em hebûna xwe biparêzin, Xwebûn bişopînin û bixwînin” û “Em Xwebûn in, em li pey xwe bin” hatin kirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...