B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê promîyera lîstika xwe ya nû, ya bi navê Mişk û Mirov, li Mêrdînê li salona Şaneşîn Performansê kir.
Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê Mişk û Mirov li pêşberî temaşevanên xwe be.
Mişk û Mirov bi têkilkirina sê lîstikan (John Steinbeck - Mişk û Mirov, Tom Stoppard - Rosencrantz & Guildenstern Are Dead, William Shakespeare - Macbeth) derketîye holê. Lêbelê metna sereke û bingehîn Mişk û Mirov e û ev çîrok bi serpêhatî û rewşa karkerên demsalî yên Kurdistanê ve hatîye girêdan ku ev yek wekî trajedîya civaka kurdan jî dikare bê dîtin. Lîstik, trajedîya berbehs bi rêya çîroka Mişk û Mirov radixe ber çavê temaşevanên xwe.
Çîroka Mişk û Mirov adaptasyonek e ji berhema John Steinbeck ya bi navê 'Of Mice and Men' ku wergêra wê ji alîyê Mehmet Yonat ve hatîye kirin.
Adaptasyon û metna sehneyê ji alîyê Recep Îçen ve hatîye amadekirin.
Bi giştî 7 lîstikvan tê da cih digirin: Erdal Açıl, Sakine Şalvacı, Şêrko Janzêm, Şükran Algül, Özgür Sinan Elik, Vedat Çelik û Wedat Ermiş.
Ev lîstik bi piştgirî û hevkarîya Culture Civicê hatîye amadekirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...