A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) weke akademîsyen kar dikir ji ber parvekirina “Bijî Kurdistanê” di 6ê Mijdara 2021an de derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştre jî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû girtin, serbest bûye.
Hîfzullah Kutumê ku li Zanîngeha Firata Elezîzê di Beşa Darayî, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Akademîsyen bû, ji ber ku li ser hesabê xwe yê medya civakî gotina “Bijî Kurdistan”ê belav kiribû, ji wezîfeyê hatibû avêtin.
Piştre hatibû desteserkirin û dadgehê biryara girtina wî dabû. Kutum, li ser îtiraza parêzerê wî îro serbest hatiye berdan. Parêzerê wî Mehmet Emin Aktar ev agahî di twîttera xwe de belav kiriye.
Parêzer Mehmet Emîn Akar di tiwîta xwe de nivîsandiye : “Muwekîlê min Hifzullah Kutum ku di 6ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin, li ser îtîraza me 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpetê biryara azadkirina wî da.”
Botan Times-Bianet
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...