Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî tê lidarxistin. Pêşangeh bi hevkarîya Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê, Şaxa Egitim-Sena Batmanê û Şaredarîya Batmanê tê lidarxistin.
Ev pêşangeh bo bîranîna Cegerxwîn tê lidarxistin.
Pêşangeh 16yê Cotmehê dest pê kirîye û dê heta 20ê Cotmehê berdewam bike.
Li gorî nûçeya Vîdeo-nûçeya Rûdawê ji 25 weşanxaneyan zêdetir weşanxaneyên kurdî beşdar bûne ku bi temamî 40 weşanxaneyên kurdî hene li Bakûrê Kurdistanê û Tirkîyeyê.
Nûçegihan Rûdawê ligel şair berken Bereh diaxive ku kitêbên xwe bo xwînerên xwe îmze dike. Bereh dibêje: Xewna min xewna Ehmedê Xanî ye.
Berken Bereh hest û nêrînên xwe tîne ziman derbarê yekemîn pêşangeha xwerû bi kurdî ku li Bakûrê Kurdistanê tê lidarxistin.
Berken Bereh di berdewamîya axaftina xwe da wiha dibêje: Cihê bextewarîyê ye. Cara yekê ye bi navê fuara pirtûkên kurdî tê lidarxistin. Helbet ez bi vê serbilnd û bextewar im. Xewna min xewna Ehmedê Xanî ye. Kelama kurdî li banê gerdûnê her bi milmile û bala be.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...