Li Madrîdê bernameyeka edebiyata Kurdî dê dest pê bike - Casa Kurda
Saziya "Casa Kurda"yê li paytextê Îspanyayê Madrîdê bernameyeka çandî amade kiriye. Navê vê bernameyê "DENG: Deng,
Saziya "Casa Kurda"yê li paytextê Îspanyayê Madrîdê bernameyeka çandî amade kiriye. Navê vê bernameyê "DENG: Deng, Bîr û Sirgûniya Kurdî" ye. Saziyê ev çalakî bi hevkariya pirtûkxaneya Desperate Literatureyê çêkiriye. Nivîskar Selîm Temo, Fatma Savcî û Ciwanmerd Kulek dê beşdarî bernameyê bibin. Nivîskaran li ser helbest, şanogerî, sirgûnî û nasnameya kurdî gotûbêj amade kirine. Ev çalakî li ser şêwazên nû yên edebiyata kurdî ya heyama niho ye.

Nivîskar Selîm Temo dê di 30ê Gulanê de biaxive. Ew dê li ser helbest û şanoya kurdî biaxive. Ev hevdîtin li pirtûkxaneya Desperate Literatureyê pêk tê. Çalakî dê di saet 16:00an de dest pê bike.
Selîm Temo dê di 31ê Gulanê de derseka dî bide. Ev ders li Parqa Retiroyê çêdibe. Ew ê li derve perwerdeyeka edebiyatê pêk bîne. Ev çalakî dê di saet 16:00an de dest pê bike.
Fatma Savcî û Ciwanmerd Kulek dê di 12ê Hezîranê de biaxivin. Ew dê li ser sirgûnî, nivîsandin û bîra kurdî biaxivin. Ev hevdîtin li pirtûkxaneya Desperate Literatureyê pêk tê. Çalakî dê di saet 20:00an de dest pê bike.
Ev her du nivîskar dê di 13ê Hezîranê de derkevin parqê. Ew dê li Parqa Retiroyê bi xwendevanan re bicivin. Ew dê li vê derê helbest û nivîsên xwe bixwînin. Ev bername dê di saet 16:00an de dest pê bike.
Çalakiyên li Parqa Retiroyê ji bo her kesî vekirî ne. Saziyê ji bo van bernameyan tu pere diyar nekiriye. Amadekar dê di çalakiyan de bi zimanên kurdî, spanî û îngilîzî biaxivin.
Çavkanî:
Casa Kurda/Instagram, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ji te re beşa bûltenan bişînin... Botan Times dengekê Kurdî ye li qelebalixîya dengê serdestan...