B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Mîr Celadet Alî Bedirxan 26ê Nîsana 1893yan li Stenbolê ji dayik bûye û 15yî Tîrmeha 1951an rehmet kirîye.
Ji ser wefata wî 73 sal derbas bûne.
Bi boneya yadkirina Mîr Celadet Alî Bedirxan li stenbolê bernameyek tê lidarxistin.
Bi sernavê Mirovek û Welatek, Şeva Rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan bernameyek ji alîyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve tê lidarxistin.
Di bernameyê da çendîn nivîskar, helbestvan û sazî û dezgehên kurdî cih digirin.
Pêşkêşvanîya bernameyê ji alîyê Sakîna Jîr ve dê bê kirin.
Axaftina destpêkê dê ji alîyê nivîskar û helbestvan Selîm Temo ve dê bê kirin.
Sînemxan bi vîdeoyekê dê behsa bavê xwe bike
Firat Cewerî dê behsa serborîya xwe ya berhevkirina hejmarên Hawarê bike.
Bawer Ronahî û Roza Metîna dê helbestên Mîr Celadet Alî Bedirxan bixwînin.
Berken Bereh dê helbesta Mîr Celadet Alî Bedirxan ya bi navê Bilûra Min bixwîne.
Hedîye, Şoreş Mehmoudî û Mihemedê Serhedê dê bistirên.
Herwiha Ji Hewarê Heya Îro dê çapemenîya kurdî bê nirxandin.
Bername 26ê Nîsanê, îro, li Stenbolê, li Salona Cemal Reşît Bedayî saet 19:00an dest pê bike û divê herî kêm beşdar saet 18:30 têketibin salonê.
*Beşdar divê herî kêm 13 salî bin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...