Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performans dê bi du lîstikan li Amedê be.
Lîstika Şiroveyek Li Ser Çîrokbêjîyê Şêxê Sen'anî û Şengê û Pengê dê li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin.
Çîroka Şexê Sen'anî ji berhema helbestvanê edebîyata kurdî ya klasîk Feqîyê Teyran hatîye wergirtin.
Bi nêrîneka nû li berhema klasîk ya Feqîyê Teyran hatîye nêrîn û şirovekirin. Wan bixwe di danasîna lîstika xwe da destnîşan kirîye ku mottoya çîrokbêjîya wan piçek zanist, hinek serbori û nîv henek in.
M. Xelat Ertoşî Lîstikvanê Şêxê Sen'anî ye. Xelatî mastera xwe di edebîyata kurdî ya klasîk da kirîye.
Lîstika Şêxê Sen'anî dê 3ê Berfanbarê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:30an dest pê bike.
Şengê û Pengê lîstikeka zarokan e ku adaptasyona wê ji alîyê Çetoyê Zêdo ve hatîye kirin.
Lîstikvanên wekî Hicran Erdinç, Rênas Nas, Şükran Algül, Ümit Aktaş û Zeynep Güneş tê da cih digirin.
Derhênerîya wê ji alîyê Ümit Aktaş ve hatîye kirin.
Lîstika Şengê û Pengê dê 3ê Berfanbarê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 14:00an dest pê bike.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...