Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gorî rapora UNRWAyê, ji 21ê Çiriya Pêşiyê heta niha 54 barhilgir derbasî Xezeyê bûn û alîkarî gîhandin niştecihan. Di nava kelûpelên alîkariyê de, xurek, av û derman hene lê destûra derbaskirina sotemeniyê nehat dayîn.
Ajansa Alîkarî û Avahîdaniya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekgirtî (UNRWA), ragihand ku li Xeta Xezeyê, ji ber êrîşên Îsraîlê, 600 hezar kes neçar mane cih û warên xwe bibin.
UNRWAyê bi navê “Qudsa Rojhilat jî tê de Rewşa li Xeta Xezeyê û Şerîaya Rojava: “17 Rojên di Şer de” weşand.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Xeta Xezeyê, ji ber êrîşên Îsraîlê, 600 hezar kes neçar mane ji cih û warên xwe bibin. Ev kes di 150 sitargehên UNRWAyê de hatine bicihkirin.
Hatiye gotin ku di 24 saetên dawiyê de 10 hezar kesên din ji cih û warên xwe bûn û li gel herêmên navenda Xezeyê, ji Xan Yûnis û Refahê jî nêzîkî 430 hezar filistînî ji cih û warên xwe bûn.
Ji bo dewama nûçeyê bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...