Rojnameger Tolga Şardan serbest bû

Share
Rojnameger Tolga Şardan serbest bû
sardan-cezaevinden-cikti-yazdiklarimin-arkasindayim

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê nivîsa Şardan ya bi sernava "Di 'rapora darazê' ya ku MÎTê pêşkêşî Serokomariyê kiriye de çi heye?" ku 31ê Çiriya Pêşiyê roja Sêşemê weşiyabû, lêpirsîn dabû destpêkirin. Her weha Rojnameger û nivîskarê T24ê Tolga Şardan di çarçoveya wê lêpirsînê de li Enqereyê hatibû girtin. Şardan bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Li Şerdan derketina derve hat qedexekirin.

Şardanê ku ji Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê derket, ji aliyê parêzerên xwe Asli Kazan, Serdar Laçîn, edîtora T24 Berna Abik, Faruk Ekici û Koordînatorê Giştî yê T24 Sertûg Çîçek ve hat pêşwazîkirin.

"Min bitenê rojnamegerî kir"

Şardan piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da û got, "Min bitenê rojnamegerî kir, min hewl da ku gel agahdar bikim."

Bo dewama nûçeya li bianetê bitikinîne.

Read more