Rojnameger Evrim Deniz hate desteserkirin

Share
Rojnameger Evrim Deniz hate desteserkirin
F14bl6VXoAATvAH

Rojnameger Evrim Deniz hate desteserkirin.

Rojnameger û nûçegihana Gazete Duvarê Evrim Deniza ku îro ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Navendî ya Polîsan ya Huzurê ya Diyerbekirê, hate desteserkirin.

Sebebê desteserkirina Evrim Denizê wekî belavkirina nûçeyên derbarê guhertina cihê wezîfeya serdozgerê doza 15 rojnamegeran û endama heyetê ya dozê jina serdozgerî hate nîşandan.

Hate zanîn ku Evrim Deniz piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê dê bi îddiaya 'hedefnîşandana wezîfedarên dewletê' îfadeya wê bê girtin.

Ji aliyê din ve îro danê sibehê li Diyarbekir, Enqere û Îzmîrê di serdegirtina malan de edîtora T24ê Sibel Yükler, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyüz û Fırat Can Arslan û edîtora mafên Jin û LGBT+an ya Bianetê Evrim Kepenek hatibûne desteserkirin.

Read more