B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performans amadekarîya avakarina sehneya xwe dike.
Ew, du sal in li Mêrdînê, li bin sîwana Şaneşîn Performansê xebatên çandî û hunerî dike. Ew dixwazin sehneya xwe ava bikin. Li wir lîstikên xwe bilîzin û mazûvanîya lîstik û komên din jî bikin.
Ji ber problemên aborî ew nikarin sehneya xwe ava bikin. Ji ber vê yekê jî ew serî li rêyeka din didin.
Wan, bilêtên kombîne amade kirine û kesên ku bilêta kombîneyê dikirin, dikarin salekê hemî lîstikên Şaneşîn performansê temaşe bikin. Wan nîyet e di serdema nû da bi çar lîstikên nû li pêşberî temaşevan û hezkirîyên xwe bin.

Bi vî awayî, ew dê dahata kombîneyan ji bo avakirina sehneya xwe û mesrefên xwe xerc bikin.
Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Heta niha bi navê Penceşêr û Bêcir du lîstik berhem anîne. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...