A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku li seranserê bajêr meşên xwepêşandanê, civînên çapemenîyê, çalakîyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine. Biryara qedexeya çalakîyan wê heta 17ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Bernameyên ku walîtî û qaymeqamîyan erê kirine wê ne qedexe bin.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, pêşî li sûcan bigirin, maf û azadiyên kesên din biparêzin, tenduristiya giştî biparêzin, pêşî li belavbûna koronavîrusê bigirin û nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin."
Nûçe: BianetKurdî*
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...