B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Weşanên Avestayê kitêba Bîyografiya Sîyonîstekî Sosyalîst derxist û belav kir.
Navê orjînal yê kitêbê The Biography of a Socialist Zionist e û li ser Berl Katznelson hatîye nivîsîn ku nivîskarê wê Anita Shapira ye.
Wergêra kitêba Bîyografiya Sîyonîstekî Sosyalîst ji alîyê Fahriye Adsayê ve hatîye kirin.
Nivîsara kitêbê
Berl Katznelson (1887-1944) yek ji damezrêner û aqilmendê siyonîzma sosyalîst; avakarê saziyên civaka cihû ya li Filistînê ye ku paşê bûn bingeha dewleta Israîlê. Edîtorê rojnameya Davarê (1925) ku heta sala 1996an weşana xwe domand û şikil da fikir û cîhanbîniya tevgera sosyalîst; avakar û yekemîn edîtorê weşanxaneya Am Oved ku aniha jî yek ji mezintirîn weşanxaneyên li Israîlê ye; endamekî çalak ê Kongreya Siyonîst a Cîhanê.
Berlê ku li bajarê Bobruiskê yê Ûrisyaya Spî hat dinyayê, di xortaniya xwe de pêşî ket nav çendîn tevgerên sosyalîst şoreşger ên li Ûrisyayê. Piştî têkçûna Şoreşa 1905an a li Ûrisyayê fikra siyonîzmê pê re xurt bû û di 1909an de koçî Filistînê kir. Jiyana wî ya ji vê salê şûn de bi tevahî li Filistînê di xizmeta avakirina civakeke cihû ya xebatkar, serbixwe, wekhev û demokratîk de derbas bû.
Berxwedana avakar û bêşîdetî rêgezên wî yên sereke bûn di têkiliyên navbera tevgera siyonîst û ereban de, û di têkiliyên navxweyî yên civaka cihû de.
Israra wî ya di serxwebûna întelektuelî de kir ku sosyalîzmê li gor şert û mercên Filistînê şîrove bike û rêbazên resen pêşkêş bike bo civaka cihû ya li Filistînê. Kibbutzên ku yek ji avakarên wê ye (1910) û di geşbûna wan de xwedan roleke diyarker e, yekemîn modela serketî ya tetbîqkirina rêgezên sosyalîst e, bêyî xwîn bê rijandin û şîdet bê emilandin. Modela kibbutzan, yek ji stûnên civaka cihûyan a li Filistînê û dûre ya Israîlê, dikaribû bibe model bo hemû civakên di nav lêgerîna, jiyaneke nû, wekhev û birûmet, lê antîsemitîzma xurt û berbelav nehiştiye ev modela serketî bê dîtin û di dîroka tevgera sosyalîst a cîhanê de vê modelê elaqeya ku heq kiriye nedîtiye.
Ev biyografiya li ber destê we ku dikare wek mînakeke hostatiya biyografnûsiyê bê dîtin, ruhê serdemekê, tevî hemû nakokî, tevlihevî û çeşîtdariya xwe, pir baş zevt dike û li ber me radixe: Ji Ûrisyaya dawiya sedsala 19mîn û ya destpêka sedsala 20mîn, şoreşgeriya ûrisan bigre heta Aliyaha Duyem, Şoreşa Cotmehê, îdealîzma siyonîst-sosyalîst, çeşitdariya li nav civaka cihûyan bi xwe, nîqaşên wan î mezin û têkoşîna ji bo desthilatdariya nav tevgera siyonîst û helbet herdu şerên cîhanê…

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...