Weşanên Dozê du kitêbên nû çap kirin

Weşanên Dozê du kitêbên nû çap kirin
Ji-bo-malpera-nu-68

Weşanên Dozê Ayrılıkçı Yazılar 2 û Morîkên Rojnivîskê çap kirin.

Ayrılıkçı Yazılar 2 kitêbeka lêkolînê ye ku ji alîyê sîyasetmedar û lêkoler Fuat Onen ve hatîye nivîsîn. Herwiha wî Ayrılıkçı Yazılar 1 jî nivîseye û ji alîyê weşanên Dozê ve weşîyaye.

Morîkên Rojnivîskê kitêbeka helbestan e ku ji alîyê Majêd a Mihemed ve hatîye nivîsîn.

Nivîsara berhema Morîkên Rojnivîskê:

Dilop ji dilopê diqete

Bi rê de

Weke gewriya min di çilê havînê de

Zuha dibe

Dilop bi pey dilopê dikeve

Zincîrek ji eynikan li ser pişta zinêr çêdibe

Balinde jî li jorê temriya xwe li hember eynikê şeh dikin

Dilop li pey dilopê bi lez dadikevin kortê

Li wir

Piçekê li benda hevalên xwe dimînin

Da ku li dawiya civînê

Bi vîn û hezkirin

Bi hev re golekê damezrînin.

Beşek ji nivîsara berhema Ayrılıkçı Yazılar 2:

Meseleya Kurdistanê, meseleyeka netewe-dewletê ye ku parçe bûye. Ev encama wê çendê ye ku piştî şerê Cîhanê yê Yekemîn sîstemeka cîhanê ya nû ava bûye û di vê sîstema neteweyên cîhanê da, ku hatîye ferzkirin, cih nedane Kurdistanê. Û ez dibêjim, çareserîya payîdar Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî ye. Ev armanceka stratejîk e û divê programên partîyên kurdistanî li ser vê armancê hûr bibin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.