B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Weşanên Dozê kitêbeka nû çap û belav kir.
Berhema nû ya nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz a bi navê Hestname ji hêla Weşanên DOZê ve hat çapkirin.
Berhema ku ji helbestên Ayaz pêktên 399 rûpel e û ji hêla Ceylan Matbaacılıkê ve li Stenbolê çap bûye.
Pêşgotina kitêbê ji alîyê Eskerê Boyik ve hatîye nivîsîn.
Beşek ji pêşgotina kitêbê:
Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e... Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e... Dewya her tiștî heye... Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe... Dibêje: “Ew rojê jî bê:
Dayîka min a dilovan,
Belkî ez û tu hevdu nebînin.
Ger... hetanî şerê me serket,
Ku me dijmin ji welat derxist,
Serê berdevkên wan pelaxt.
Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê,
Ji şax û latan, daketin kolan û sûkan,
Tu jî li rêza şervanan bigere,
Di wê roja şahî û bendewar da...
...Ger te ez nedîtim,
Divê tu negirî û nelûrînî.
Dilşah û bextewar bî.
...Bila ew çax dayîkên şehîdan,
Laçikên reş ji serên xwe bavêjin,
Şarên spî girêdin,
Kincên rengîn li xwe kin.
Ji bo ku welatê me azad bûye.
Kedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye,
û ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet,
Li nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî...
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...